Îran dibêje "terorîst" Îsraîl dibêje "sivîl"

03 tîrmeh 2018 00:56
Îran dibêje "terorîst" Îsraîl dibêje "sivîl"

PeyamaKurd - Medyaya Îranê ev îdîa avête holê: "Rejima siyonîst birîndarên terorîstên ku li dij hikûmeta Sûriyê şer dikin li nexweşxanên xwe derman dike." Lê belê berdevkê Artêşa Îsraîlê bersiva van nûçeyan dide ku "birîndarên hanê xelkê sivîl û penaber in."

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li hemberî nûçeyên belavbûyî  li ser rûpela xwe ya Tiwîterê diyar kir ku; Ev birîndarên hanê xelkê sivîl û penaberên Sûrî ne. Ji sala 2013an ve zêdeyî 4800 Sûrî li nexweşxanên Îsraîlê derman bûne ku  %33 ji wan zilam, %17 jin in û % 50 zarok in.

Îsraîlê ji bo tedawîkirina sivîlan li Girên Golanê ji nexweşxanên çolê û yên gerok ava kirine.