Îran | Berpirsê 12 hezar pasevanên parastina Elî Xamaney ji kar hat avêtin
PeyamaKurd – Fermandarê Pasdaran Îbrahîm Cebarî ku berpirsê parastina rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney bû, ji kar hat avêtin û li şûna wî pasdarê bi navê Hesen Meşrû`îfer hat danîn.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî û Berdevkê Sipaha Pasdaran Remezan Şerîf di hevpeyvîneke ligel ajansa ISNA ya fermî ragihand ku Hesen Meşrû`îfer li şûna Îbrahîm Cebarî ji bo parastina Xamaney hatiye erkardkirin.
Îbrahîm Cebarî çend sal in fermandarê sipaha parastina Elî Xamaneyî û beyta rehberî bû ku nehatiye zelalkirin bê ji bo çi ji kar hatiye avêtin.
Hêjayî gotinê ye, hêza parastina Xamaneyî û beyta rehberî ji zêdetirî 12 hezar hêza leşkerî pêk tê ku çend roj berê jî, berpirsê îtila`ata Sipahê Husên Ta`îb ji hatibû dûrxistin.
Guhertina fermandarên payebilind ên Îranê bi zêdebûna aloziyên li Îranê û êrîşên Îsraîlê ve tê girêdan ku ev demek e gelek fermandarên pasdarên Îranê bi awayekî bi guman têne kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin