Îran: 3 kes li ber çavê xelkê hatin darvekirin

21 mijdar 2018 16:08
Îran: 3 kes li ber çavê xelkê hatin darvekirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 21ê Mijdarê danê sibê, li bajarê Şîraz yê Îranê 3 kes li ber çavên xelkê hatin darvekirin.

Li gor zanyariyan ew 3 kesên bi tohmeta şêlandina bankeyan li bajarê Şîrazê hatin darvekirin, bi numayişa ber çavên xelkê hatin îdamkirin.

Yek ji wan kesên hatiye darvekirin herwiha bi gumanbarê kuştina polîsekî bû.