Li Îranê du kes hatin darvekirin

02 gulan 2026 10:43

Li Îranê Yeqûb Kerîmpûr û Nasir Bekerzade, yên ku bi tohmetên "sîxuriya ji bo Mossadê" dihatin darizandin, hatin darvekirin. Di Nîsanê de, pênc kes bi îdiayên "hevkariya bi Mossadê re" hatibûn darvekirin.

Li Îranê du kes hatin darvekirin

RûpelNews - Hat ragihandin ku li Îranê du kesên bi karê ji bo Saziya Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Mossadê, hatibûn tawanbarkirin, hatine îdamkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzan, a girêdayî Dadweriya Îranê, du îraniyên bi navên Yeqûb Kerîmpûr û Nasir Bekerzade bi tohmetên "sîxuriya ji bo Mossadê" hatin darizandin.

Hat îdiakirin ku Kerîmpûr, ku bi têkiliya bi ajanên Mossadê re dihat tawanbarkirin, "piştî şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir, agahiyên hestiyar ên welêt ji Mossadê re şandiye", di heman demê de hat îdiakirin ku Bekerzade "agahiyên derbarê kesayetiyên sereke yên li Îranê ji Mossadê re şandiye û li Natanzê agahiyên îstixbaratî kom kiriye".

Yeqûb Kerîmpûr û Nasir Bekerzade bi "sîxuriya ji bo Mossadê" sûcdar hatin dîtin. Her du kes hatin îdamkirin.

Di Nîsanê de, li Îranê pênc kes li ser bingeha "hevkariya bi Mûssadê re" hatin îdamkirin.

Wekî din, meha borî, cezayên îdamê yên çar kesan ku di dema protestoyên ku di 28ê Kanûna 2025an de dest pê kiribûn de bi kirina çalakiyên tundûtûjiyê hatibûn tawanbarkirin, hatin cîbicîkirin.