Îranê 2 hezar û 640 fuzesavar li hêzên deryavanî zêde kir
09 tebax 2024 21:44
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Sûpaya Pasdarên Îranê, 2 hezar û 60 fuzesavar, hejmarek zêde balafirên bêmirov û navgînên din ên şer li hêzên deryavaniya xwe zêde kir.
Fermandarê Pasdaran Huseyîn Selamî, li bajarê Bender Ebas ê eyaleta Hurmuzganê dema radestkirina fuzeyan bo Sûpaya Pasdaran axivî û got, wan 2 hezar û 60 fuzesavar, hejmarek zêde balafirên bêmirov, radarên deryavaniyê û navgînên din ên sîstemên şer li hêzên deryavaniya xwe zêde kirine.
Di nûçeya medya fermî ya Îranê de hatiye diyarkirin ku cebilxaneyên li artêşê hatine zêdekirin, yên teknolojiya pêşketî ne ku fuzeyên xwedî serikên bi bandor û alavên radar bi wan nahese jî hene.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îranê dest danî ser kestiyeke 350 hezar lître mazot tê de bû
30 mjd 2025
Jiyan
Îranê li Besrayê dest danî ser 60 hezar lître sotemeniyê
01 nsn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin