Bi hezaran kes besdarî merasîma Çileya Jîna Emînî bûn: Hêzên Îranê gule resandin
PeyamaKurd – Îro 26ê Cotmehê di Çilrojiya kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, bi hezaran kes li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Goristana Ayçî ve meşiyan.
Piştî bangewaziya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û saziyên civakî îro bi hezaran kes ji xelkê bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê, bi meşê ber bi goristana bajêr a Ayçî ve meşiyan û li ser gora Jîna Emînî ya bi destê polîsê Exlaqê yê Îranê 16ê Îlonê hatibû kuştin, amade bûn.
Li ser bangewaziya Navenda Hevkariyê li gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Mahabad, Sine û Bokanê jî greva giştî heye û bazar û dikan hatin daxistin.
Li gorî dîmenên li ser medya civakî belav bûne, bi hezaran welatî ber bi goristanê bi diruşmên dijî rejîma Îranê dimeşin û serkutkirina xwepêşanderan a hêzên rejîmê jî protesto dikin. Dema xelk ber bi goristanê ve diçû, hêzên rejîmê bombeyên gazê avêtin û rasterast gule bi ser xelkê de reşandin.
Xwepêşander bi diruşmên wekî; "Em hemû Jîna ne", "Kurdistan Kurdistan, goristana faşîstan", "Heta kurdek bimîne, wê Kurdistan bimîne", "Em Komara Îslamî Naxwazin", “Azadî azadî êdî bes e bêdadî”, “Mirin bo dîktator, Mirin bo caş” û "Jin, Jiyan, Azadî" meşiyan ber bi gora Jîna Emînî ve.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin