Îran 11 keştiyan li Tengava Hurmuzê xiste lîsteya reş

02 îlon 2026 22:15

Rêveberiya Tengava Kendava Farsî (PGSA) ya girêdayî Îranê ragihand ku 11 keştiyên bazirganî ji ber pabendnebûna bi rêziknameyên derbarê derbasbûna ji Tengava Hurmuzê de, xistine lîsteya reş.

Îran 11 keştiyan li Tengava Hurmuzê xiste lîsteya reş

RûpelNews - PGSAyê 11 keştiyên din ên bazirganî ji ber binpêkirina rêzikên derbasbûnê yên Tengava Hurmuzê xistine lîsteya reş. Bi vê biryara dawî re, hejmara keştiyên bazirganî yên ku ji aliyê Tehranê ve derbasbûna wan a ji Tengava Hormuzê hatiye qedexekirin, gihîşt 56an.

Di navbera Amerîkayê û Îranê de, ligel berdewamiya aloziyên dîplomatîk û leşkerî, Tehranê derbarê çalakiyên deryayî yên li Tengava Hormuzê de biryareke nû da. PGSAyê ragihand ku 11 keştiyên bazirganî yên din jî ji ber pabendnebûna bi rêwerzên diyarkirî, xistine lîsteya reş.

Ev biryar piştî wê yekê tê ku Îranê hefteya borî bi heman sedemê 45 tanker xistibûn lîsteya reş; bi vî awayî hejmara giştî ya keştiyên bazirganî yên ku derbasbûna wan a ji Tengava Hormuzê hatiye qedexekirin, gihîşt 56an.

PGSAyê hişyarî da ku dibe keştiyên din ên ku bi keştiyên di lîsteya reş de hevkariyê dikin jî li wê lîsteyê bên zêdekirin. Hate diyarkirin ku divê keştiyên ku qedexe li ser wan e, ji bo ji lîsteyê bên derxistin, serlêdaneke fermî ligel hincetên guncaw pêşkêş bikin.