Îngîltere: “Me ji rejîma Îranê re askera peyamekî sand”
PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere dorpêçên nû danî ser 24 kesên Îranî ku di nav wan de wezîrê agahî û teknolojiya danûsitendinê Issa Zarepour jî heye. Îngîltere her diçe lîsta dorpêçan yên li ser Îranê firehtir dike. Wezareta karên derve ya Îngîltere mijara danîna dorpêçên ser 24 kesan weha ragihand:
“Me dorpêçan danî ser rêvebir û berpirsên ku mafên mirovan binpê dikin. Ew kesên me wan xistiye nav lîstê seredana wan ya Îngîlterê hatiye qedexekirin û malên wan yên heyî yên li Îngîltere dê bên desteserkirin. Îngîltere û hevkarê me yên navdewletî desthilatdarên ku li Îranê bi şiddetê tevgerên protestoyî ditepisînin, em bi koordîne dorpêçan datînin ser wan.”
Wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly di mijarê de daxwuyanî da û got:
“Van dorpêçan, rêvebirên Îranê yên ku ji îhlalên mafên mirovan yên giran berpirsin dixe nav hedefa xwe. Me bi hevkarên xwe re peyamekî zelal û aşkera şand ji bo rejîma Îranê. Divê şiddetên ser tevgerên protestoyî rawestînin û ji azadiya ramanan re rêz bêgirtin. Divê rejîma Îranê dev ji sûcdarkirina aktorên derve berde û dest bi guhdarîkirina dengê xelkê bike.”
Desthilatdarên li serbajar Tehran, Sîstan, Belûcistan û Kurdistanê ketin ber dorpêçan. Di nav 24 desthilatdarên ketine ber dorpêçan de, rêvebirê berê yê asayîşa eyaleta Sîstan-Belûcistanê Ahmed Taheri, rêvebirê Zahedanê yê berê Mahmûd Saadatî, fermandarê asayîşa eyaleta Chahharmahal û Baktşari Manouchehr Amanollahi, fermandarê hêzên asayîşa Tehranê Husseyin Rahimi, fermandarê asayîşa eyaleta Kurdistanê Ali Azadî, fermandarê asayîşa Dîwandarrehê Abbas Abdi, rêvebirê asayîşa bajarê Seqizê Sayd Ali Safari, yê bajarê Senendajê Ali-Riza Mûradi, rêvebirê asayîşa Mazandaran Murteza Mirzai, rêvebirê hêzên asayîşa Azerbeycana Rojava Rahim Jahanbakhsh, fermandarê bajarê Urmiyê Hassan Sheikhnejad, fermandarê bajarê Gilanê Azizullah Maleki, rêvebirê hêzên eyaleta Elbruzê Abbas Ali Muhammadiyan, cîgirê fermandarê qolordûya eyaleta Sîstan-Belûcistanê û cîgirê koordînatorê wê Hussein Maroufi, fermandarê yekîtiya artêşa li qolordûya Salmanê yê Sîstan-Belûcistanê (IRGC) Ahmed Şefahi, fermandarê bi qidem yê IRGC ê Sardar Seyed Sadegh Husseyni, fermandarê Bijarê yê Basijê Murteza Aghaei, yê Erdebîlê Sardar Gholamhossein Mohammadi Asl, yê Tehranê Hasan Hassanzadeh, parêzgerê eyaleta Sîstan-Belûcistanê Hussein Modarres Khiabani, parêzgerê eyaletê Îsmaîl Zarei Kusha, rêvebirê polîsê sîberê Wahid Muhammad Naser Majid hene.
Îran, piştî kuştina keça Kurd Jîna Mahsa Emînî ji ber nerazîbûn û xwepêşandan li Îranê û rojhilatê Kurdistanê destpêkiribûn, Îran bi rêvebir û hêzên asayîşê ve dest bi îhlala mafên miroavn kir û li ser xelkê şiddetê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin