Husên Selamî îro bi tundî gef li xwepêsanderên Rojhilat û Îranê xwarin

29 cotmeh 2022 18:00
Husên Selamî îro bi tundî gef li xwepêsanderên Rojhilat û Îranê xwarin

PeyamaKurd – Berpirsê payebilind ê Sipaha Pasdaran a Îranê Husên Selamî, îro bi tundî gef li xwepêşanderên Rojhilat û Îranê xwarin.

Husên Selamî da zanîn: “Wê îro roja dawî ya derketina ser kolanan be ji bo we, êdî ez we nebînim li ser kolanan. Pêwîst e êdî dest ji wan binpêkirinan berdin, êdî nebin kûkla û bukeleyê destê Amerîkayê! Êdî em rê nadin we.”

Herwiha Berpirsê Polîsê Tehranê Husên Rehîmî jî gef xwar û diyar kir: “Êdî em rê nadin binpêkirin rewşa ewlehiyê têk bidin û wê polîs bi tundî li hember wan kesan raweste ku wan karana dikin.”