Hurmuz hat girtin, Rusya ji neftê 9 milyar dolar qezenc kir

09 nîsan 2026 16:47

Rusyayê, ji ber girtina Tengava Hurmuzê, di mehekê de ji neftê 9 milyar dolar qezenc kir

Hurmuz hat girtin, Rusya ji neftê 9 milyar dolar qezenc kir

RûpelNews - Şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê bû sedema girtina Tengava Hurmuzê û ji ber girtina vê Tengavê Rusya bi nefta xwe di meheke dawî de 9 milyar dolar dahat bi dest xist.

Rusya ku wek mezintirîn hinardekarê neftê yê cîhanê yê duyemîn e di şerê Îranê de dahatek qet hêvî nedikir bi dest anî.

Qeyrana enerjiyê ya cîhanî, ku piştî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê rû da, bû sedema girtina Tengava Hormuzê ku di ser vê tengavê re hinardeyên mezin ên neftê dihat kirin.

Girtina vê tengavê ku bû sedema zêdebûna bihayên neftê, herî zêde bi kêrî Rûsyayê hat. Dema ku bihayê petrola xam a Brent piştî şer ji 100 dolarî derbas bû, dahata petrolê ya Rûsyayê di meha Nîsanê de du qat zêde bû û gihîşt 9 milyar dolarî.(Çavkanî: Reuters)