Hikûmeta Kurdistanê li ser gotegotên wergirtina pereyên neftê daxuyanî da
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dengoyên “wergirtina şîrîniya neftê” û “zeftkirina milyarek Dolar” ragihand, Serokê Hikûmetê daxwaz ji Serokatiya Dozgeriya Giştî kiriye dest bi lêkolînê di derbarê de bike.
Daxuyanî wiha ye:
Li ser wan gotegotên wergirtina 250 milyon Dolar wek şîrîniya neftê ji şîrketa Rosneftê û zeftkirina milyarek Dolarê Kurdistanê li Lubnanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye divê Serokatiya Dozgeriya Giştî lêpirsîn û li dûvçûnê bo wan gotegotan bike û ji her kesî jî dixwaze di vî warî de alîkariya dozgeriya giştî bikin da ku rastî eşkere bibin.
Ji destpêka kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heta niha, nehîştina gendeliyê û şefafbûn di dezgehên hikûmetê de, bi taybet di sektora darayî û dahatên Herêma Kurdistanê de, bi ser her pilanekî re bûye û dê wisa jî bidome.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin