Hurguliyên pêşniyara Îranê bo Amerîka diyar bûn

19 gulan 2026 12:30

Îranê ji bo lihevkirinê ligel Amerîkayê pêşniyareke nû pêşkêş kir. Di pêşniyarê de Îranê daxwaza rakirina hemû cezayên yekalî û biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Tehranê, û her wiha vekişandina hêzên Amerîkayê ji derdora Îranê kir.

Hurguliyên pêşniyara Îranê bo Amerîka diyar bûn

RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Garîbabadî di civîneke bi endamên Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Meclîsê re, raporeke berfireh li ser rewşa heyî ya pêvajoya dîplomatîk a Îran-Amerîka û pêşniyara ku Tehran pêşkêşî Washingtonê kiribû, pêşkêş kir.

Garîbabadî tekez kir ku parastina mafê Îranê yê ji bo dewlemendkirina uranyûmê û bikaranîna enerjiya nukleerî ya aştiyane, di nav prensîbên bingehîn ên danûstandinan de ye.

Garîbabadî destnîşan kir ku di pêşniyara herî dawî ya Îranê de ev xal hene:

- Rawestandina şer li ser hemû eniyan Lubnan jî di nav de

- Rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê

- Vegerandina sermayeyên Îranê û tezmînata zirarên ku ji ber cezayan çêbûne

 - Rakirina hemû cezayan û biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY yên li dijî Tehranê

 - Vekişandina hêzên Amerîkayî ji derdora Îranê