Peymana Amerîka-Îranê diyar bû: Nukleera Îranê tê hilweşandin
Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ragihand ku di navbera welatê wî û Îranê de lihevkirinek pêk hat û diyar kir ku li gorî peymanê dê bernameya nukleerê ya Îranê were hilweşandin û depoya wê ya ûranyuma dewlemendkirî radestî Amerîkayê were kirin.
RûpelNews - Berpirsê Amerîkayî bi rêya telekonferansekê tekez kir ku peymana bi Îranê re peymana bi Îranê re niha gihîştiye qonaxa xwe ya dawî û wiha got:
"Em li bendê ne ku di nava çend rojên pêş de vê peymanê îmze bikin. Ez nikarim rojeke teqez bidim we, lê heke ez neçar bim texmînekê bikim, ez ê bibêjim vê sibehê ji sedî 75. Vê gavê, ew hejmar belkî li dora ji sedî 80 an 85 e, lê ne ji sedî 100 e ji ber ku sîstem pir aloz in."
"Daxwazên sereke yên Amerîkayê hatin bicihanîn"
Berpirsê Amerîkayî da zanîn daxwazên wan di peymanê de hatine bicîhkirin û çar xalên sereke yên peymanê wiha rêz kirin:
Xala yekem: Tengava Hurmuzê ji nû ve tê vekirin û dorpêça ya li dijî Îranê tê rakirin.
Xala duyem: Bernameya nukleerê ya Îranê tê hilweşandin
Xala sêyem: Amerîka ji Îranê materyalê dewlemendkirî (uranyûm) dê bi dest bixe
Xala çaran: Peyman aştiyeke demdirêj li herêmê garantî dike
Ji hêla berpirsiyar ve hat ragihandin ku li gorî şertên peymanê, tê plankirin ku uranyûma dewlemendkirî ya li Îranê li cihê xwe were îmhakirin û piştre ji welêt were derxistin. Hat diyarkirin eger Îran xalên peymanê bi cîh bîne gemaroyên aborî yên li ser Tahranê dê bê rakirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Îsraîl jî di proseya peyamnê de cîh digire.
