Hûrgiliyên hinardekirin û firotina petrole yên 3 mehên îsal bi raportekê hat eskerekirin

24 îlon 2022 18:47
Hûrgiliyên hinardekirin û firotina petrole yên 3 mehên îsal bi raportekê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên hinardekirin û firotina petrole yên 3 mehên îsal bi raportekê eşkere kir.

Li gor raportê, bayêz zêdetir ji 3 milyar dolaran neft û petrol hatiye firotin û wek pareyê safî jî milyarek û 517 milyon dolar pare ji bo xezîneya hikûmetê vegeriyaye û ew jî ji bo dabînkirina mûçeyê fermanberan û cîhbicîhkirina projeyan hatiye cudakirin.

Herwiha hat destnîşankirin, ji roja 01.04.2022yê heta 30.06.2022yê proseya hinardekirin û datayên petrolê yên sê mehan, bi giştî bayê 3 milyar û 789 milyon dolaran neft hatiye firotin.

Hûrgiliyên raportê wiha ye.

Li gor hûrgiliyên şîrketa Deloitte, di çarêka duyem a îsal de petrola hatiye firotin bi rêya boriyan ve, zêdetir ji 37 milyon û 618 bermîl bûne û her bermîlek bi bihayê 100 dolar û 38 sent hatiye firotin û bi giştî dahata wê jî dike 3 milyar û 776 milyon dolar. Herwiha nefta ji bo navxwe hatiye firotin jî di 3 mehên çarêka duyem de 237 hezar û 475 bermîl neft e û ji bo her bermîlek 54 dolar û 8 sent bihayê wê bûye û ji parzûngehên navxwe re hatiye firotin û armanc jî dabînkirina berhemên neftî ji bo navxwe bûye û dahata wê jî 12.8 milyon dolar bûye.

Bi giştî bihayê nefta hatiye firotin di çarêka duyem a îsal de zêdetir ji 3 milyar û 789 milyon dolar bûye ku zêdetir ji 2 milyar û 217 milyon dolarê wê ji bo dayîna deyn û xercên berhemanîn û firotina neftê hatiye xerckirin. Herwiha bi awayekî safî jî zêdetir ji milyarek û 571 milyon dolar pare vegeriyaye xezîneya hikûmetê û ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberan û cihbicihanîna projeyan bûye.