Hûrgiliyên civîna Kim û Soygu hatin ragihandin
17 îlon 2023 23:30
PeyamaKurd- Ajansa fermî ya nûçeyan a navendî ya Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, di serdana xwe ya Rusyayê de ku îro bi dawî bû, ligel Wezîrê Parastinê yê Rusyayê civiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Kim Jong Un ê Rêberê Koreya Bakur, di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu de li ser rewşa leşkerî û siyasî ya navçeyî û rewşa navdewletî hin gotûbêj kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de li ser bihêztirkirina hemahengiya stratejî û taktîkî, hevkarî û pêwendiyên hevbeş ên di navbera hêzên çekdar ên herdu welatan de di warên berevanî û ewlehiya niştimanî de jî nêrîn hatin parvekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hûrgiliyên civîna Esad û Sudanî hatin parvekirin
16 trm 2023
Cîhan
Barrack hûrgiliyên civîna Trump-Sara bi Mazlûm Ebdî re parve kir
12 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin