Hûrgiliyên civîna Esad û Sudanî hatin parvekirin

17 tîrmeh 2023 00:00
Hûrgiliyên civîna Esad û Sudanî hatin parvekirin

PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê ya IRNAyê, pêngaveke xeternak a piştî 13 salan ku ji destpêka şerê navxweyî ve têkiliyên herdu welatan hatibûn rawestandin,  car din dest pê kirin.

Li gorî nûçeyê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Suriyeyê û deriyên wan ji bo veberhênanê vekirî ne.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtina Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin û hat diyarkirin ku divê herdu welat li dijî xetereyan bi hev re têbikoşin.

Li gorî hat zanîn, Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku li Iraqê teror paşve çû û hat têkbirin û bal kişand ser wê yekê ku bi Suriyeyê re pirsgirêkên hevpar hene.

Sudanî da zanîn ku ew careke din kiryarên li dijî Quranê yên li Swêdê şermezar dikin û wiha got: " Em dagirkeriya Îsraîlê red dikin û li hember doza Filistînê helwesta xwe ya bênavber diparêzin." 

Beşar Esad jî bi bîr xist ku li dijî zehmetiyên erdhejêwan  ji Iraqê piştgirî girtine û da znaîn ku wan bi Sudanê re mijarên herêmî gotûbêj kirine û herêm di 'pêvajoyeke baş' re derbas dibe.

Esad diyar kir ku wan bi Serokwezîr Sudanî re şerê li dijî tiryakê jî nirxand û got,

“Me têkiliyên aborî yên Iraq û Suriyeyê û xurtkirina wan nirxand. Serdana Serokwezîrê Iraqê dê encamên girîng ên bi kalîte û pratîkî hebe. Nasnameya Iraqê dê wekî 'welatekî Erebî yê hêja' bimîne.”