Hunermendê navdar ê Îranê Mihemed Riza Seceriyan wefat kir
PeyamaKurd - Hunermendê navdar ê Îranê Mihemed Riza Şeceriyan, ji ber nexweşiya penceşêrê, di 80 saliya xwe de wefat kir.
Mihemed Riza Şeceriyan, hunermendê bi navûdeng ê Îranê, do roja pêncşemê 08.10.2020an wefat kir. Şeceriyan demeke dirêj li nexweşxanê, ji ber nexweşiya pençeşêrê tedawî dibû.
Hunermend Mihemed Riza Şeceriyan li seranserî cihanê gelekî navdar e û di sala 1940an de li Xorasanê li Meşhedê ji dayik bûbû. Heta niha di derbarê muzîka klasîk a Kurdî de bi dehan album belav kirine û gelek xelatên navdewletî wergirtine.
Herwiha Şeceriyan gelekî behsa muzîka Kurdî û hunermendê Kurd Seyid Elî Esxerî Kurdistanî kiriye û Seyid Elî Esxerî Kurdistanî weke zilamekî efsanewî yê çiyayên Kurdistanê wesif dike û dibêje wî gelekî sûd ji hunera Seyid Elî Esxerî Kurdistanî wergirtiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin