Li ser îdama Ali Riza Akbarî Îngîltere dorpêçê danî ser serdozgerê Îranê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îngîltere piştî didardekirina Ali Riza Akbarî ku hemwelatiyê Îran û Îngîltere tev bû û ji aliyê Îranê bi sedema ku ji Îngîltere re casûsiyê kiriye, bi cezayê didardekirinê hatibû cezakirin û îro ber destê sibê li Îranê hatibû îdamkirin. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Îngîltere dorpêçê danî ser serdozgerê Îranê yê giştî Muhammad Jafar Montazeri.
Dosya çawa çûye ber destê Montazerî, yekser ceza bicîh anîbû û Akbarî îdam kiribû. Li gor dorpêça Îngîltere wê Montazarî nikaribe here Îngîltere û eger heyiyên wî li Îngîltere hebin wê dewlet dest deyne ser wan. Li ser mijarê wezareta karên derve weha got:
“Îngîltere piştî bicîhanîna cezayê Ali Riza Akbarî ku hemwelatiyê Îran-Îngîltere ye, ji aliyê serdogeriya Îranê de, hat didardekirin. Serdozgerê Îranê Muhammad Jafar Montazeri, li Îranê yek ji navekî herî xwurte. Di pêvajoya darazê de û di bicîhanîna ceza de ew berpirse.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin