Hunermendê Kurd Xidir Xosnav li Hewlêrê ji ber Koronayê wefat kir

27 tebax 2020 15:59
Hunermendê Kurd Xidir Xosnav li Hewlêrê ji ber Koronayê wefat kir

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Xidir Xoşnav, li bajarê Hewlêrê ji ber Koronayê wefat kir.

Îro danê sibê li Hewlêrê, hunermend Xidir Xoşnaw, ku hunermendekî gelêrî bû, ji ber vîrusa Koronayê wefat kir.

Li gorî agahiyan, Xidir Xoşnaw ev çend roj bûn bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê hatibû razandin.

Hunermend Xidir Xoşnaw xelkê Hewlêrê bû. Wî di dawet û şahiyan û merasimên civakî de kilam û stran digot.