Hunermendê Kurd di qezaya trafîkê de can da

24 mijdar 2018 19:48
Hunermendê Kurd di qezaya trafîkê de can da

PeyamaKurd -  Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Emîr Suhêlî di rûdaneke trafič de jiyana xwe ji dest da.

Hunmendê ciwan Suhêlî Serokê Komeleya Karton û Karîkatoran ya Kurdistanê bû û sala 1983yan li bajarê Sinê ji dayik bûbû.

Suhêlî di qezaya trafîkê ya şeva borî (23 Mijdar 2018) de ku li ser rêya Sine û Kamyaran rû da bi giranî birîndar bû û can da.

Emîr Suhêliyê ku kîmya xwendibû, ji sala 2009an ve bi kar û barên hunerî re mijulî dikir û di festîvalên navdewletî de gelek xelat wergirtibûn.