Hunermendê Kurd Çiya Nazim Gulê ji ber Koronayê wefat kir

14 tebax 2020 16:57
Hunermendê Kurd Çiya Nazim Gulê ji ber Koronayê wefat kir

PeyamaKurd – Hunermend û şêwekarê Kurd Çiya Nazim Gulê, îro li bajarokê Çemçemalê yê Silêmaniyê, ji ber Koronayê wefat kir.

Li gor Rêveberiya Tendirustiya Çemçemalê ragihand, hunermend Çiya berî hefteyekê ji ber pêketina vîrûsa Koronayê, rewşa wî têk çûbû û ketibû bin çavdêriya bijîşkî û îro ji ber Koronayê wefat kiriye.

Herwiha beriya bi hefteyekê xuşka hunermend Çiya Nazim Gilî Beyar Nazim Gilî jî bi Koronayê koça dawî kiribû.

Hunermendê şêwekar û xweşnivîsê Kurd Çiya Nazim Gulê, çend projeyên hunerî yên xêrxwaziyê kiribû, ji wan jî di meha Gulana borî de ji bo Roja Cîhanî ya Pêketiyên Talasîma, pêşandana hejmarek tabloyên xwe kiribû û buhayên wan bexşandibû nexweşan.