Hukumeta Herêma Kurdistanê êrîsa ser Kormorê sermezar kir
26 tîrmeh 2022 04:23
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil êrîşa ser seha xazê ya Kormora Çemçemalê şermezar kir. Cotyar Adil weha got:
“ Em êrîşa bi roketan ya ser seha Kormorê ku ji aliyê grûbên mîlîs an grûbên çekdar yên neyasayî de hat kirin bi tundî şermezar dikin. Em ji hukumeta federal daxwazê dikin ku tedbîrên pêwist bigre da êrîşên weha terorîstî dubare nebin.
Armanca van êrîşan ew e ku asayîşa Iraqê û Herêma Kurdistanê têkbibin û rê li ber pêşketina Herêma Kurdistanê bigrin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin