HSDê li ser îdiaya kustina 8 servanên xwe li Babê daxuyanî da

17 adar 2022 18:49
HSDê li ser îdiaya kustina 8 servanên xwe li Babê daxuyanî da

PeyamaKurd - Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya derbarê kuştina 8 şervanên wan li herêma Babê ya di bin kontrola Tirkiyê de daxuyanî da.

 Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew îdia û nûçe derew in û hêzên wan li wê herêmê ti operasyon nekirine.

HSDê wiha got: “Îdîayên ku dewleta Tirk behs dike ne rast e û hêzên me ti operasyon li vê herêmê pêk ne anîne. Aghiyên hatine belavkirin bêbingeh in.”

HSDê herwiha diyar kiriye, dewleta Tirk bi kirinên wiha dixwaze tawanên artêşa xwe ku li dijî xelkê herêmên Şehbayê û herêmên din pêk tîne binixumîne.