HSDê hewla komkujiya sersalê ya li Qamislo, Hesekê û Dêrikê têk bir

31 berfanbar 2019 23:15
HSDê hewla komkujiya sersalê ya li Qamislo, Hesekê û Dêrikê têk bir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hewldaneke terorîstên DAIŞê ya amadekariya komkujiya sersalê dikir, têk bir.

Hat ragihandin kuTîmen Operasyonên Taybet yê HSDê bi operasyoneke serkeftî hejmarek terorîstên DAIŞê û wesayîta bombebarkirî girtin.

Tîmên Operasyonên Taybet 30yê Kanûnê li herêma Şedadê, li dijî şaneyeke DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Di operasyonê de şaneya veşartî ya DAIŞê ku amadekarî dikir di sersalê de bi wesayîtên bombebarkirî li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî gel komkujiyan pêk bîne hate girtin.

Hat diyarkirin ku serokê wê şaneya terorîstan ê bi navê Furat Siltan Hisên yê ji Iraqê ku weke Ebû Mûnzir tê nasîn jî hatiye girtin.

Herwiha di operasyonê de, Ehmed Mihemed el-Ebîd ku li Qamişlo wesayîta bombebarkirî vedişart jî hate girtin û wesayîta bombebarkirî di bin çavdêriya hêzên pispor de hat rûxandin.