Li Qamisloyê, êrîs li masîna HSDê hat kirin!

14 nîsan 2023 18:00
Li Qamisloyê, êrîs li masîna HSDê hat kirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, li bajarê Qamişloyê yê Rojava, maşîneke aîdê HSDê bû armanca êrîşeke balafira bêmirov. Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de rêveberekî HSDê can daye.

Di agahiyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin ku bişev saet di 02:00an de li dijî maşînekê, êrîşeke bi balefira bê mirov hatiye kirin û di vê êrîşê de yek ji rêveberên Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) yê bi navê ‘Baran’ ku di maşînê de bûye, can daye.

Her wiha hat ragihandin ku di heman maşînê de kesek ku hîn nasnameya wî/ê ne diyar e jî birîndar bûye.

Di derbarê vê êrîşê de heta niha ji aliyê HSDê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.