Êrîsa esmanî ya ser HSDê hat pistrast kirin: Xeta îkmalê hat birîn!
PeyamaKurd – Rayedarên Tirkiyê êrîşa esmanî ya şeva borî ku hatibû ragihandin, di navbera sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê balafirên nenas ve bi ser HSDê de hatiye kirin, ji ajansa Reutersê re piştrast kir.
Medya dewletê ya Sûriyê jî şevê din nûçeya êrîşa esmanî ya dorûbera deriyê Pêşxebûr û Sêmalkayê dabû û herwiha li ser medya civakî jî dîmenên bombardimanê hatibûn belavkirin. Herwiha di medya Tirkiyê de jî hatibû belavkirin ku çend pire û rêgeh hatine hilweşandin.
Li gorî Reutersê du rayedarên Tirkiyê êrîşa şeva borî piştrast kirine ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û gotine, mebesta wan bi wê êrîşê beriya operasyonê qûtkirina rêgeha sewqîyatên leşkerî ye û diyar kirine ku xetên derbasbûna çek û cebilxaneyan hatine qutkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin