Al Watan: Hozên erebên nav HSDê di nav hewla cudabûnê de ne
PeyamaKurd - Rojnameya “alwatan” a Sûrî îdia kir ku Erebên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cî digirin, dixwazin jê vekişin û bi hikûmeta Sûriyê re guftûgo û pêwendiyê bikin.
Li gor rojnameyê Serokê Hoza Şemer Himêdî Deham El Hadî ku serperiştiya hêza “Senadîd” a di nava HSDê de dike, bi hikûmeta Sûriyê re berdewam di guftûgoyan de ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Ji bilî wê jî, hin eşîrên din ên Ereb yên li navçê di nava HSDê de ne bi heman awayî bi desthilatdarên Şamê re di pêwendiyan de ne û dixwazin rêkeftineke jêrbijêr a tekalî bi rêjîma Sûriyê re bikin.
Himêdî Deham El Hadî daye zanîn ku “Pêwendî bi hikûmeta Sûriyê re, piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji navçeyê bileztir bûye” û gotiye, “Em amade ne destê xwe dirêjî Serokê Sûriyê Beşar Esed bikin ji bo çareserî û rawestandina şer û li ser maseya guftûgoyan rûnin.”
Li Minbicê jî, helwestên Erebên di nava rêzên HSDê de û hozên wek (Bobena, Henda û Bosultan) hatine guhartin. Ji bilî wê jî, beşek mezin çûne navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê de û li wir dijîn, bi taybet piştî hatina artêşa Sûriyê bo wê deverê ji bo rê li hatina artêşa Tirkiyê bigire.
Li hemberê, Fermandarê Meydanî yê HSDê Mezlûm Kobanî jî red kir ku ti niyazeke wan cudabûna Sûriyê heye û got: “Piraniya pêkhateyên HSDê Kurd in, beşek ji Sûriyê ne û naxwazin ji wî welatî cuda bibin û pêwîst e bi hikûmeta Sûriyê re bigihin çareseriyekê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin