HRW: Hikûmeta Iraqê bi hezaran zarokan ji xwandinê bêpar dihêle!

28 tebax 2019 16:36
HRW: Hikûmeta Iraqê bi hezaran zarokan ji xwandinê bêpar dihêle!

PeyamaKurd - Rêxistina Navnetewî ya Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) radigehîne ku hikûmeta Iraqê bi hezaran zarokên welatê xwe ji proseya xwandinê bêpar dihêle.

Îro (28.08.2019) Rêxistina Çavdêriya mafên Mirov (HRW) raportek derbarê wan zarokan de belav kir, ku guman heye ew zarokane çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bin.

Li gor zanyariyên heman rêxistinê, Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Iraqê, ew bi hezaran zarokên ku li kampên parêzgeha Nînowa ne, bi bahaneyên nebûna nasnameyê ve ji xwendinê bêpar kirin.

Ew zarok di navbera salên 2014  û 2017an de ku dema dagirkeriya DAIŞê bû, li Mûsilê ji dayîkbûne û li wê derê mezin bûne û naha ti belgeyekî wek nasnameya wan tineye.