Hizbullahê gef li Amerîka xwar! ‘Emê li ser rêya Silêmanî bimesin’
PeyamaKurd - Hîzbullahê ji ber kuştina Fermandarê Hêza Qudusê Qasim Silêmanî, Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û Cîgirê Hizbûllaha Libnanê Nayîm Qasim gef li Amerîkayê xwar û got, cezakirina kujerên Silêmanî erka şervanan hemuyan e.
Fermandarê Hêza Qudusê Qasim Silêmanî vê sibehê li balafirgeha Bexdayê di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de tevî Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis di hundirê wesayîtekê de hatin kuştin ku tê gotin Cîgirê Hizbûllaha Libnanê Nayîm Qasim jî di wê êrîşê de hatiye kuştin. Lê hîn Hizbullahê ew eşkere nekiriye.
Hîzbullahê Hesen Nasrallah ku hevalbendê Îranê ye ragihand ku cezakirina kujerên Silêmanî wê bibe erka şervanan hemuyan.
Nasrallah ku ji televîzyona El Manar re wiha got; “Emê li ser rêya Silêmanî bimeşin. Amerîka wê bi vî sûcê mezin negihêje armanca xwe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin