Hizbullah û artêsa Îsraîlê li nêzîkî bajarokê Naqurahê yê sînor ketine pevçûnan

09 cotmeh 2024 19:05
Hizbullah û artêsa Îsraîlê li nêzîkî bajarokê Naqurahê yê sînor ketine pevçûnan

PeyamaKurd – Medyaya dewleta Lubnanê ragihand ku çekdarên Hizbullahê li nêzîkî bajarokê Naqurahê yê li ser sînorê başûrê Lubnanê bi artêşa Îsraîlê re ketine pevçûnê.

Hizbullahê berî niha gotibû hêzên wan bi bipêşveçûna Îsraîlê ya li wê deverê nêzî saet 5ê vê sibê rawestandine.

Lê li aliye din Artêşa Îsraîlê jî ji CNNê re got ku operasyonên li dijî terorê li Lubnanê dewam dikin, lê li ser pevçûnên li Naqurahê daxuyanî nedan.