Hîzbullah: Îsraîlê, tevahiya gundê sînorê Lubnanê dagir kir!
PeyamaKurd- Tevgera Hizbullahê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê tevahiya gundê Gacarê yê li ser sînorê Lubnanê dagir kir û li derdora wê dîwar lê kir.
Hizbullahê, di derbarê geşedanên li gundê Gacarê ku di 4ê Tîrmehê de ji aliyê artêşa Tirk ve ketina herêma bakur hatibû qedexekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê ajansa fermî ya NNAyê ya Lubnanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku tevahiya herêma Gacarê ku herêma bakurê wê wekî xaka Lubnanê tê qebûlkirin, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dagirkirin û hêzên Îsraîlê li derdora gund têl û dîwarekî betonî lê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Pêngavên Îsraîlê yên ber bi gundê li ser sînor ve geşedaneke xeternak e. Gundê Gacar ê Lubnanê bi hêza çekan û felaketeke pêk hatiye, hatiye dagirkirin."
Tevahiya gundê Gacarê ku li quntara Girên Golanê ye ku ji sala 1967an ve ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, heta 17ê Mijdara 2010an, di bin dagirkeriya defakto ya Îsraîlê de ma.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin