Hiquqnasên kurd ji bo kurdan daxwaza statuyê anîn ziman

05 tîrmeh 2026 21:04

Encamnameya "Konferansa Hiquqnasên Kurd a Demokratîk" a ku du rojan li Amedê birêveçû hat ragihandin. Di encamnameyê de hat gotin ku divê kurd bigihin hemû mafên xwe yên neteweyî û mirovî û ev di destûra bingehîn de jî bê mîsogerkirin.

Hiquqnasên kurd ji bo kurdan daxwaza statuyê anîn ziman

RûpelNews - Piştî nîqaşên hûr û kur encamnameya konferansê hat ragihandin. Di encamnameyê de hat gotin ku, divê pergaleka destûrî ya nû, sîvil, avaker û piralî were avakirin û tê da welatîbûna wekhev, mafê zimanê dayikê, demokrasîya herêmî, mafên nasname û çandî, azadî û wekhevîya jinan li gel binemayên nûnertîya demokratîk xalê bingehîn cih bigirin.

Di encamnameya bi kurdî ya ku ji aliyê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ve hat xwendin de gelek xal hebûn, wekî organîzekirina Konferansa Parêzerên Neteweyî ya Kurd, çareseriyeke destûrî ji bo pirsgirêka kurd, dayîna statuya fermî ji Abdullah Ocalan re û dayîna statuya zimanê fermî ji zimanê kurdî re.

Di encamnameyê de behsa çawaniya konferans hat kirin û wiha hat gotin:

“Me Konferansa Hiqûqnasên Kurd Ya Demokratîk bi şiara Ji bo Azadî, Statû û Aştîyê Hiqûqa Demokratîk” li dar xist; konferansa me bi piştgirîya giranbiha ya akademîsyen, sîyasetmedar û hiqûqnas û 5 komên xebatê yên ji hiqûqnasên endamên sazîyên maf û hiqûqê û baroyên cuda pêk tên, îro bi dawî bû. Em ji bo keda hemû pêkhate, delege û beşdarên ku piştgirîya konferansa me kirine, spasîya xwe pêşkêş dikin.

Berî her tiştî konferansa me; hemû hiqûqnasên ku di têkoşîna maf, hiqûq, dadmendî û demokrasîyê da canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û dîyar dike şopdarê mîrasa wan e. Dîsa bi heman awayî konferansa me dîyar dike ku di têkoşînê da hevkar e li gel hemû hiqûqnasên ku ji ber xebatên sîyaseta demokratîk û pîşeyî hatine zindanîkirin yan jî bi neçarî sirgûn bûne, û wan hemûyan wekî delegeyên xwezayî yên konferansê qebûl dike.”

"Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurd tune hatin hesibandin"

Di encamnameyê de hat gotin ku miletê kurd di avakirina Komara Tirkiyê de cih girt lê belê piştî avakirina komarê kurd tune hatin hesabindan. Derbarê vê xalê de van gotinan cih girt:

“Gelê Kurd ê ku yek ji gelê avaker ê Komara Tirkîyeyê ye, ji alîyê heman Komarê ve tune hatîye hesibandin û li dijî mafên hebûn, nasname û çandî yên Kurdan sîyaseta inkarê hatîye birêvebirin. Ji sedsalî zêdetir e ku mafên mirovan yên bingehîn yên Kurdan li gel azadîyên wan yên komî yên ku ji gelbûnê çavkanîya xwe digirin tune hatine hesibandin. Kurd bi awayekî komî di bin pergaleke awarteyî da derveyî hiqûqê û bêstatû hatine hiştin.”

Banga Abdullah Ocalan

Di encamnameyê de behsa banga Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Di tevahîya vê pêvajoya derhiqûqî û bêstatûtîyê da, bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku Birêz Abdullah Ocalan di dîroka 27ê Sibata 2025an da kir, şikestineke dîrokî rû daye. Birêz Ocalan, banga fesxa PKKê kirîye û tekez kirîye ku 'Bêguman di piratîkê da danîna çekan û fesxa PKKê, wê yekê pêwîst dike ku sîyaseta demokratîk û alîyê hiqûqî bê naskirin.' û bi vî awayî girîngîya pêdivîya sîyaseta demokratîk û hiqûqê derxistîye pêş.

Li ser vê esasê, konferansa me giringîyeka dîrokî dide banga Birêz Ocalan. Konferansa me dîyar dike ku ji bo berdewamîya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û herwiha ji bo naskirina sîyaseta demokratîk û alîyê hiqûqî, ew ê di pêkanîna xebatên hiqûqî da berpirsîyarîyeke çalak hilde ser milên xwe.”

“Divê pergaleke nû ya hiquqî were avakirin”

Di encamnameyê de rexne li pergala heyî ya hiquqê hat girtin û pêwîstiya pergaleke nû wiha anîn ziman: “Konferansa me; avakirina pergaleka hiqûqî ya nû pêwîst dibîne ku tê da kodên hiqûqî yên ewlehîparêz, zayendperest, neteweperest û mezhepperest cih negirin. Ev pergala nû divê azadî û wekhevîya jinan bingeh bigire, li hember demokrasî û ekolojîyê hesas be, mafên bingehîn û azadîyan li gel mafên komî misoger bike. Li ser vê esasê jî beyan dike ku naskirina qanûnî û destûrî, bingeha hebûna civakî û jîyana sîyasî ye.

Ew civaka demokratîk a ku em behsa wê dikin jî tenê wê demê dikare di jîyanê da cih bigire ku jin bikarin hiqûqa xwe û îradeya xwe ya birêxistî ava bikin. Ji ber vê sedemê jî konferansa me, avakirina hiqûqeke giştgir a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz diparêze ku bi taybetî jî maf û azadîyên jinan misoger dike.”

“Divê kurd di destûra nû de wek avaker werin nivîsandin”

Derbarê statûya kurdan de jî di encamnameyê de wan gotinan cih girt: “Konferansa me berî her tiştî tekez dike ku divê pirsgirêka Kurd ji peywenda sîyaseta ewlehîparêz were derxistin û di peywenda danûstandina demokratîk û çareserîya sîyasî da bê nirxandin.

Konferansa me wê yekê diparêze ku gelê Kurd bi ziman, çand, nasname, bîra xwe ya dîrokî û îradeya xwe ya sîyasî, di nav Komara Demokratîk da tevî gel û bawerîyên din wek kirdeyekî avaker û wekhev bi awayekî qanûnî û destûrî were naskirin. Di vê çarçoveyê da wê yekê jî diparêze ku zimanê dayikê di qada giştî da were bikaranîn û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin. Li gel vê yekê, konferansa me, di serî da zimanê Kurdî, ji bo bikaranîna zimanê me yê dayikê di nav jîyana civakî û xebatên me da banga baldarîyê dike û di vê mijarê da berpirsîyeka çalak hildigire ser milên xwe.

Têgihîştina heyî ya welatîbûnê divê ji nû ve bi wî awayî were pênasekirin ku hebûna Kurdan, nasname û bawerîyên cuda û jinan wekî kirdeyên avaker, wekhev û azad bixe bin parastinê. Divê beşdarîya jinan di pêvajoyên sîyasî, civakî û hiqûqî da wekî îradeyeka avaker  û yek ji pîvanên sereke yên welatîbûna demokratîk were qebûlkirin. Di pêvajoyên aştî û danûstandinê da divê jin ne tenê wekî beşdar, lê belê wekî aktorên sereke yên biryarder û avakerên pêvajoyê cih bigirin.”

“Divê çarçove yasa demokratîk be”

Yek ji xalên encamnameyê jî amadekariyên debarê çarçove yasayan de bû. Derbarê vê mijarê de jî wiha hat gotin: “Konferansa me, ji bo derbasbûna ji heyama pevçûnê ber bi civaka demokratîk, hiqûqeka veguhêz ya giştgir pêwîst dibîne. Di vê çarçoveyê da jî li gel bidawîhatina pevçûna çekdarî, ji bo ku kesên ku çek danîne, yên ku ji ber sedemên sîyasî di girtîgehê da ne, yên ku di sirgûnê da dijîn û yên ku ji welatîbûnê hatine derxistin, di nav jîyana demokratîk û civakî û sîyaseta demokratîk cih bigirin, divê rêzikên qanûnî yê pêwîst demildest bên dariştin.

Qanûna çarçoveyî ya ku di peywenda hiqûqa veguhêz da derxistina wê pêwîst e, divê bêyî cudakarîyeke sîstematîk, bi nêzîkayetîyeke giştgir were dariştin û hemû ast û pêkhateyên rêxistinî li xwe bigire. Konferansa me, ji bo dabînkirina derbasbûna ji qonaxa aştîya nerênî ber bi qonaxa aştîya erênî ve, dariştina hemû rêzikên qanûnî yên demokratîk, di nav wan da qanûna çarçoveyê jî, bi rêya nîqaşkirina bi alîyên çareserîyê ra, ji bo serkeftina pêvajoyê wekî neçarîyetekê dibîne.”

“Statuya hiquqî ya Abdullah Ocalan divê bê mîsogerkirin”

Di encamnameyê de wiha behsa destnîşankirina statuya hiquqî ya Abdullah Ocalan hat kirin: “Konferansa me wê yekê qebûl dike ku statûya hiqûqî ya Birêz Ocalan ê ku yek ji aktorên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, sernaveke sereke ya pêvajoya çareserîya demokratîk e. Di vê çarçoveyê da bang li rayedaran dike ku statûya sermuzakerevanîya Birêz Ocalan bi awayekî hiqûqî jî bê naskirin û misogerkirin.

Ji bo serkeftina pêvajoyê; dabînkirina mercên azad yên xebat û ragihandinê ji bo Birêz Ocalan ê ku danûstandina demokratîk bi rê ve dibe, rakirina astengîyên li pêşberî danûstandina rasterast a li gel aktorên civakî û sîyasî û di encamê da bi awayekî bêmerc serbestberdana wî wekî ferzîyetekê dibîne.”

“Divû biryarên Dageha Mafê Mirovan a Ewrûpayê werin cîbicîkirin”

Rexne li cîbicînekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî hatin girtin û wiha hat gotin: “Li gel vê yekê, di çarçoveya pergaleke mafên mirovan da dîyar dike ku divê mafê hêvîyê li gor biryarên darazî yên navneteweyî di nav hiqûqa navxweyî da were naskirin û ew rêzikên qanûnî yên pêwîst bêyî derengxistin werin dariştin. Bang li parlamentoyê dike ku rêzikên qanûnî yên pêwîst di dema herî nêz da bên dariştin. Herweha, Konferansa me cîbicîkirina demildest a biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan Ya Ewropayê, wekî pêdivîyeke serwerîya hiqûqê qebûl dike.”

“Divê Destûreke nû û demokratîk were avakirin”

Di encamnameyê de pêdiviya ji Destûreke nû û sivîl û demokratîk wiha cih girt: Konferansa me beyan dike ku veguherîna destûrî ya demokratîk û rûbirûbûna civakî hewcedarîyeke bivênevê ye. Li ser vê esasê; divê pergaleka destûrî ya nû, sîvil, avaker û piralî were avakirin û tê da welatîbûna wekhev, mafê zimanê dayikê, demokrasîya herêmî, mafên nasname û çandî, azadî û wekhevîya jinan li gel binemayên nûnertîya demokratîk xalê bingehîn cih bigirin. Konferansa me wê yekê diparêze ku di serî da jin, divê hemû dînamîkên civakî beşdarî pêvajoya dariştina destûra nû bibin û di vê mijarê da berpirsîyarîyê hilgirin ser xwe.”

“Divê dawî li qirkirin û xerakirina ekolojiyê were anîn”

Yek ji mijarên girîng ên konferansê jî ekolojî bû. Derbarê vê mijarê de jî wiha hat gotin: “Li gel vê yekê, bi armanca rûbirûbûna li gel tawanên bikerê wan nedîyar, qirkirin û xerakirina ekolojîk, valakirina gundan, sîyaseta koçberkirinê, îşkence, bêsizatî û sîyaseta inkara çandî; divê di çarçoveya hiqûqa entegrasyona demokratîk da Komîsyonên Heqîqet, Rûbirûbûn û Çaksazîya Civakî bên avakirin. Dîsa ji bo ji holê rakirina mexdûrîyetan û çaksazîya bîra civakî, divê mekanîzmayên pêwîst werin avakirin. Pêkhateyên konferansa me beyan dikin ku dikarin di nav komîsyonên hiqûqî da yên ku dê di pêvajoya avakirina pergala civaka demokratîk da werin çêkirin, roleka çalak bilîzin.”

“Divê destkeftiyên hiquqî yên jinan werin parastin”

Mijara parastina mafên jinan jî di encamnameyê de wiha cih girt: “Konferansa me ji bo cîbicîkirina bi bandor a normên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî ku mafê jîyanê, mafê parastina ji tûndîyê û wekhevîya jinan misoger dikin, berpirsîyarîyeke çalak digire ser xwe. Di vê çarçoveyê da divê destkeftîyên hiqûqî yên jinan, di serî da Peymannameya Stenbolê, bên parastin û pêşxistin.”

“Divê dawî li rejîma qeyuman were”

Di encannameyê de hat xwestin ku divê dawî li pergala danîna qeyûman bê anîn û wiha hat gotin: “Konferansa me wê yekê qebûl dike ku xweserîya kargêrî û malî ya rêveberîyên herêmî divê bibe xwedî ewlehîya destûrî û şerhên li ser Peymannameya Xwerêveberîya Deverî ya Ewropayê werin rakirin.

Konferansa me tekez dike ku divê demildest dawî li rejîma qeyûman bê anîn û hevserokên şaredarîyan û rêveberên herêmî yên hilbijartî li peywirên xwe bên vegerandin û pergala hevserokatîyê bi destûra bingehîn û qanûnan bê mîsogerkirin.”

Di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: “Konferansa me komûnan; meclîsên ekolojî-tax û bajaran, kooperatîf, meclîsên jin û ciwanan wekî hêmanên bingehîn ên demokrasîya deverî qebûl dike. Li gel vê yekê, konferansa me deklare dike ku ew ê li dijî her cûre kiryarên şexsî û kargêrî yên ku dibin sedema hilweşîna ekolojîk, di nava têkoşîneke hiqûqî da be.

Konferansa me, piştî nîqaş û nirxandinên ku du rojan hatin kirin, ji bo xurtkirina zemîna têkoşîna hevpar û pêkanîna yekîtîya hiqûqnasên Kurd, bang li hemû hiqûqnasên Kurd dike ku di nav baroyan û sazî û dezgehên maf û dadê da mekanîzmayên hevpar û rêxistî ava bikin. Ji bo vê armancê, konferansa me sazî û dezgehên bangkerê konferansê wekî erkdar û berpirsîyar destnîşan dike.

Konferansa me biryar dide ku raporên komên xebatê, gotar, peyam, beşdarbûnên delegasyonan û nirxandinên beşdaran ku ji komîsyona amadekarîyê ra hatine şandin, ji bo ku bîra dîrokî û civakî xurt bikin, têkoşîna hiqûqî pêş bixin û ji bo nifşên pêşerojê biparêzin, bên tomarkirin, arşîvkirin, wekî berhemên nivîskî an dîtbar çapkirin û di vê çarçoveyê da xebatên hiqûqî yên taybet werin meşandin. Ji bo pêkanîna van karan jî, sazî û dezgehên bangkerê konferansê wekî erkdar û berpirsîyar têne destnîşankirin.

'Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Neteweyî dê bê lidarxistin'

Konferansa me bang dike ku Konferansa Hiqûqnasên Kurd A Neteweyî bi beşdarîya hemû hiqûqnasên Kurd were lidarxistin û dîyar dike ku di amadekirin û meşandina vê konferansê da dê bi awayekî çalak berpirsîyarîyê bigire.

Konferansa me biryar dide ku ji bo dîyarkirina delegasyonên Konferansa Hiqûqnasên Kurd A Neteweyî ya ku dê di demeke pêş da were lidarxistin, zemîn û mekanîzma hevpar û rêxistî ya ku ji alîyê sazî û dezgehên bangker ve were avakirin, wekî erkdar û berpirsîyar were destnîşankirin.”