Hindistan sînorê navbera xwe û Myanmarê bi têlê digre
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Hindistanê Amit Şah ragihand ku çawa sînorê navbera Hindistanê û Bangladeşê bi têla girtine, wê her weha sînorê navbera Hindistan û Myanmarê jî bi têlê bigrin. Dirêjahiya sînorê navbera Hindistan-Myanmarê 1643 km ye.
Heya niha xelkê sînor bê vîze dikaribûn herin Hindistanê lê niha dê Hindistan wê jî rake.
Sedema Hindistan van biryaran sitend ew e ku li Myanmarê esker li ser îdara welate û ji ber desthilata leşkeran jî, grûbên rizgarîxwaz ên Myanmarê li hemberê desthilatê şer dikin.
Grûbên çekdar gelek deveran xistine dest û ji ber şer û pevçûnan ne tenê xelkê Mynamarê her weha leşkerên Myanmarê ji ber şer direvin û diçin Hindistanê.
Hindistan jî ji bo ber li koçê bigre, weke tedbîr van biryaran daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin