Hin rêberên Ewropî yên bi Macron re danûstandin kirine jî ketin karantînayê
PeyamaKurd – Piştî encama testa Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pozîtif derket û hefteyekê ket karantînayê, hin rêberên Ewropî yên bi wî re danûstandin çêkirine jî, ketin karantînayê.
Macron di rojên dawî de hilcivîna Yekîtîya Ewropa (YE) jî di nav de beşdarî hin civînên payabilind bûbû.
Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez, Serokê Konseya Ewropa Charles Michel û Sekretera Giştî ya OECDê, ku bi Macron re danûstandin kiribûn jî, ketin karantînayê.
Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa, ku roja Çarşemê bi Macron re firavîn xwaribû, hemî randevuyên xwe û planên xwe yên din paş xist û diyar kir, ew ê di karantînayê de bimîne.
Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo û Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel jî ji ber danûstandinên bi Macron re ketin karantînayê.
Li Fransa, serokwezîrê welêt Jean Castex û Serokê Parlamanê Richard Ferrand jî dan zanîn ew ê di karantînayê de bimînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin