‘Danûstandinên vegera Pêsmerge bo Kerkûkê dest pê kirine’
PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmerge yê Berpirsê Eniya Başûrê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ragihand ku ji bo hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê danûstandin bi Bexdayê re hatine destpêkirin.
Fermandarê Pêşmerge kdp.infoyê re ragihand ku ji bo ku Pêşmerge vegere Kerkûkê û deverên din yên li derveyî Herêma Kurdistanê, danûstandin di navbera Kurdistan û Bexdayê de dest pê kirine û got, di danûstandinan de tê xwestin hêzên Pêşmerge vegerin wan deverên ku beriya şerê DAIŞê lê bicîh bibûn.
Nûrî Heme Elî diyar kir, rewşa ewlehiya Kerkûkê û deverên Kurdistanî xirab e, ji ber wê jî pêwîstî bi Pêşmerge heye û got, “Pêşmerge amade ye vegere Kerkûkê û deverên din. Jixwe berê jî her gava pêwîst bikira, hikûmeta Iraqê bi xwe daxwaza alîkariyê ji Pêşmerge dikir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin