Hilbijartinên ‘Meclisa Gel’ li Hesekê û Kobaniyê dest pê kirin

24 gulan 2026 11:37

Îro sibeha yekşemê, li parêzgehên Hesekê û Helebê, proseyê dengdanê ji bo hilbijartina endamên nû yên Meclisa Gel a Sûriyê di navendên diyarkirî de dest pê kir. Ev hilbijartin di nav amadekariyên lojîstîk û ewlehiyê de birêve diçin.

Hilbijartinên ‘Meclisa Gel’ li Hesekê û Kobaniyê dest pê kirin

RûpelNews - Îro li parêzgehên Hesekê û Helebê, proseyê dengdanê ji bo hilbijartina endamên nû yên Meclisa Gel a Sûriyê di navendên diyarkirî de dest pê kir.

Lijneya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel ragihand ku prose li van herêman pêk tê:

Herêma Kobaniyê (Heleb): 12 berbijêr ji bo 2 kursiyan pêşbaziyê dikin. Heyeta dengdêr ji 100 endaman pêk tê.

Herêma Hesekê: 13 berbijêr ji bo 3 kursiyan pêşbaziyê dikin. 150 endamên heyeta dengdêr hene.

Herêma Qamişloyê: 7 berbijêr ji bo 4 kursiyan pêşbaziyê dikin. Hejmara endamên heyeta dengdêr 198 e.

Li Herêma Dêrikê, ji ber ku tenê 2 berbijêr ji bo 2 kursiyên diyarkirî hebûn, encam ji berê ve bi "tizkiyê" hatine mîsogerkirin.

Dem û pêvajoya hejmartinê

Tê payîn ku sindoqên dengdanê di demjimêr 12:00ê nîvro de werin girtin. Heger pêdivî hebe, ji bo beşdariyeke zêdetir, dem dikare tenê demjimêrekê were dirêjkirin. Lijneyê diyar kir ku piştî girtina sindoqan, yekser dê proseya hejmartina dengan dest pê bike û encamên destpêkê dê piştî vekolînên yasayî werin eşkere kirin.

Navendên dengdanê û çavdêrî

Navendên fermî wiha hatine diyarkirin: Li Hesekê avahiya parêzgehê, li Qamişloyê Navenda Çandî ya Kevin, û li Kobaniyê jî Navenda Çandî wekî navenda dengdanê hatine destnîşankirin.

Duh şemiyê, Lijneya Bilind serdana navendên dengdanê kir da ku ji amadebûna odeyên dengdanê yên nihênî û hemû pêdiviyên teknîkî piştrast bibe. Her wiha derfet hatiye amadekirin ku saziyên medyayê yên navxweyî û biyanî bi awayekî azad proseya hilbijartinê bişopînin.