Hikûmeta Kurdistanê ji bo darizandina tawanên DAISê dadgehekê ava dike
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, lijneya bilind a ji bo wekî jenosîd nasandina tewanên DAIŞê biryar daye, lijneyeke din di asta bilind de ava bike ji bo tawanên heyî eşkere bike û pêngavên bilez bavêje ji bo avakirina dadgehekê ku DAIŞiyan dadgeh bike.
Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Kurdistanê û lijneya bilind a nasandina tewanên DAIŞê îro Duşemê civiyan û piştî civînê berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil civîneke rojnamevanî li dar xist.
Adil di civînê de got: “Me biryara damezrandina dadgehekê daye ji bo dadgehkirina rêveberên DAIŞê û civaka navdewletî jî alîkariya me dike. Armanc jî vegerandina mafên wan kesên ku terorîstên DAIŞê li hember wan tewan pêk aniye.”
Cotyar Adil diyar kir: “Gelek belge di destê me de hene û berdewam jî komkirina belgeyan pêwîste ji bo dadgehê.”
Dr. Cotyar Adil li ser biryarên hikûmetê yên ji bo rêgirîya li pêşketina zêdetir a vîrusa koronayê jî got, sibe sêşemê dê lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa koronayê bicive û piştî xwendina raporta wezîrê tenduristiyê guftûgo dê bên kirin û biryara guncaw dê bê dayîn.
Adil derbarê projeyasaya budceya herêma Kurdistanê de jî da zanîn: “Proje amade ye û hin têbinî li ser hene, piştî wan têbiniyan dê pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê bê kirin.”
Berdevkê Hikûmetê dawî li ser şerê PKK û Tirkiyê di nav erda Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Ew aloziyên li ser sînorê herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî çêdibin sedemên wan diyar in, ji ber wê jî em daxwazê ji çekdarên PKKê dikin wan navçeyan vala bikin, ji bo ku behaneya topbaran û sînorbezandinê nedin dest Tirkiyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin