Hikûmeta Iraqê tabûrek lesker sand Kerkûkê
26 gulan 2020 23:58
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Iraqê hinek hêzên din şandiye parêzgeha Kerkûkê ku ew jî bi sedema valahiya ewlehiyê ya li Kerkûkê derketiye holê ye.
Hat zanîn ku îro 26ê Gulanê tabûra zirxî ya 9emîn a artêşa Iraqê derbasî Kerkûkê bû ku biryar e di nav çend rojên bê de jî bi hinceta hebûna gefa DAIŞê, du tabûrên polîsan derbasî Kerkûkê bibin.
Hat diyarkirin ku ew hêzên bo Kerkûkê hatine şandin, we bi sedema gef û êrîşên DAIŞê li deverên Dûbiz, Hewîce û Daqûqê werin bicihkirin.
Pisporên leşkerî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dibêjin, heta valahiya ewlehiyê ne bi hevbeşiya Pêşmerge û artêşa Iraqê be ji holê ranabe û plana Iraqê ya yekalî şandina hêzê rewşê çareser nake.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sandeke bilind a leskerî û hikûmeta Iraqê serdana Kerkûkê kir
24 sbt 2022
Cîhan
Artêsa Iraqê tabûrek lesker sand gundên Kurdên Kakeyî
07 hzr 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin