Hikûmeta Iraqê sê sal in alîkariya koçberên li Soran nake
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, zêdetirî sê salan e alîkariya koçberên li Soran nekiriye.
Li gor Berpirsê Koç û Koçberan li Soran Ebas Emîr diyar kir, piştî şerê DAIŞê bi hezaran malbatên Iraqî koçberî devera Soran bûn. Beşek ji wan vegeriyane ser cih û warê xwe lê hîn zêdetirî 300 malbat li nav kampan de mane.
Herwiha Ebas Emîr destnîşan kir, zêdetirî sê salan e Hikûmeta Iraqê qet alîkariya wan koçberan nekiriye. Heta neft jî nedaye wan. Ev jî bûye bargiranî li ser Hikûmeta Kurdistanê.
Berpirsê Koç û Koçberan li Soran da zanîn, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek caran alîkariya wan koçberên Iraqî kiriye û got, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûye alternatîfa Hikûmeta Iraqê! Beşek ji dezgehên navdewletî jî alîkariya koçberan dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin