Hikûmeta Iraqê dixwaze 3 sifiran ji dînar bavêje
21 hezîran 2021 03:38
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê niyet kiriye sê sifirên dînarê pereyê Iraqê bavêje, lê du şert pêşiya wan hene.
Şîretkarê serokwezîrê Iraqê Mezher Salih ji medyaya Iraqî re daye xuyakirin, ew dixwazin sê sifirên diravê Iraqî rakin lê du şert li pêşiya vê yekê hene.
Mezher Salih gotiye, şertek ew e ku divê aboriya cîhanê pêş bikeve û aramiya nirx pêk were, şerta duyem jî aramiya siyasî pêk were.
Şîretkarê Kazimî diyar kir, her gava ew du şertên han bicih hatin wê çaxê ew dikarin sê sifirên diravê Iraqî rakin da ku li şûna hezar dînarê niha diravê yek dînarî were bikaranîn û nirxa dirav zêde bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar wekî deyn ji Herêma Kurdistanê re disîne
11 hzr 2023
Kurdistan
Hikûmeta Iraqê 200 milyar dînar xist hesabê Herêma Kurdistanê
11 trm 2021
Jiyan
Wê hikûmeta Iraqê budçeya 266 trilyon dînaran pêskesî Parlamentoyê bike
19 gln 2024
Cîhan
Hikûmeta Iraqê sandina 700 mîlyar dînaran bo Kurdistanê pesend kir
17 îln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin