Hikûmeta Fransayê ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir
05 mijdar 2020 00:44
PeyamaKurd – Pêşniyara Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin a ji bo qedexekirina komele û tevgera Gurebozên Tirk ên nijadperestên tundrew ji aliyê encûmena wezîrên Fransayê ve hat pesendkirin.
Roja Yekşemê piştî êrîşa nijadperestên tirk bi ser çalakiya bîranîna komkujiya Ermenan de, Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin, ragihandibû ku ew dê tevgera Gurebozên Tirk li Fransayê qedexe bikin.
Pêşniyara Darmanin ku li ser serlêdana berpirsên komeleyên Ermenan bo encûmena wezîran hat pêşkeşkirin, hat qebûlkirin û Gurebozên Tirk li Fransayê bi fermî hatin qedexekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî Fransayê Parlamena Alman jî ‘Gurebozên Tirk’ bi fermî qedexe kir
19 mjd 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin