Ji Hikûmeta Kurdistanê hat xwestin ku Akrê bi fermî bibe Paytexta Newrozê!

28 adar 2023 20:30
Ji Hikûmeta Kurdistanê hat xwestin ku Akrê bi fermî bibe Paytexta Newrozê!

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar bi nivîseke fermî ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê re şand û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku Akrê bi fermî bibe Paytexta Newrozê.

Hat diyarkirin ku sedema daxwaza Parêzgarê Duhokê, ji ber kultura ciwan a Akrê di cejna Newrozê de, ahengên cuda yên wî bajarî ji bajarên din û hejmareke mezin ya geştiyarên navxweyî û biyanî yên ku ji bo beşdariya di merasîmên Newrozê de serdana wî bajarî dikin e.

Şaredarê Akrê Bilind Reza Zêbarî jî roja 21ê Adarê ji rojnamevanan re gotibû, îsal zêdetirî 100 hezar kesan beşdarî merasîma vêxistina agirê Newrozê li Akrê kiriye û nêzîkî 500 mêvanên biyanî jî ji bo beşdariya di merasimê de serdana Akrê kirin.

Bajarê Akrê li başûrê rojhilatê parêzgeha Duhokê ye û di navbera sê çiyayan de ye. Xanî li dor çiyayan li ser hev hatine avakirin ku dîmeneke xweşik û balkêş daye bajêr.

Akrê ya ku di sala 1877an de bûye navenda qezayê, heta serhildana Adara 1991ê bi ser parêzgeha Neynewayê ve bû, piştre jî bi fermî bû beşek ji parêzgeha Duhokê û Herêma Kurdistanê.