Wezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi fermî bo Erebistana Siûdî hate vexwendin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî vexwendnameya fermî bo Erebistana Siûdî ji hevtayê xwe yê Siûdiyê wergirt.
Li gorî ragihandina Ajansa SANA ya Sûriyê îro 30yê Kanûnê, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî Esed Şîbanî ji aliyê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan ve hatiye vexwendin ku serdana Riyadê bike.
Hate ragihandin ku Şeybanî vexwandin qebûl kiriye û kêfxweşiya xwe nîşan daye ku wek nûnerê welatê xwe serdana Erebistana Siûdiye bike.
SANAyê li ser zarê Şîbanî ragihandiye, armanca wan ew e pêwendiyên xwe bi Erebistana Siûdiye re di warên stratejîk û warên din de bipêş bixin.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî berîya vê nûçeyê ragihandibû: “Şahnişîniya Erebistana Siûdî geşedanên bilez ên li Sûriyeyê dişopîne. Şahnişîn kêfxweşiya xwe bi gavên erênî yên ku ji bo ewlekariya gelê Sûriyeyê û parastina sazî û şiyanên dewletê hatine avêtin, nîşan dide.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin