Hikûmeta Esed gihandina alîkariyên navdewletî qebûl kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî bangewazî û hewldanan hikûmeta Şamê destûr daye ku alîkariyên navdewletî bo mexdûrên erdhejê ji bo herêmên derveyî kontrola rejîmê bên veguhestin.
Li gorî ragihandina medya Sûriyê, wê hikûmeta Şamê rê li ber gihandina alîkariyên mirovî veke daku li herêmên derveyî kontrola rejîmê bên belavkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê alîkarî bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY), Xaça Sor a Sûriyê û Xaça Sor a Navdewletî ji hewcedaran re bên belavkirin.
Rayedarên Tirk jî ji Reutersê re ragihandine ku ji bo vekirina deriyên sînorî yên kontrola rêveberiya Beşar Esed, hevdîtin hatiye kirin û dibe deriyê ji Hatayê yên Yayladagi pêşî bê vekirin daku alîkarî hem bo herêmên Idlibê hem jî yên kontrola Esed bên şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin