Hêzên Sûriyê ber bi Qamişlo ve diçin
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyê, xwe amade dikin ku bikevin bajarê Qamişlo yê li parêzgeha Hesekê ya Rojava.
RûpelNews- Li gorî peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin, hêzên ewlehiya navxweyî yên Sûriyê xwe amade dikin ku bikevin bajarê Qamişlo yê parêzgeha Hesekê ya Rojava.
Konvoyeke hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyê li gundê Tel Barakê kom bûn da ku ber bi navçeya Qamişlo ya di bin kontrola HSDê de biçin.
Konvoya ku ji nêzîkî 20 otomobîlên leşkerî pêk tê, li gorî peymanê ber bi bajarê Qamişloyê ve bi rê ket.
Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta Sûriyê duh li gorî peymana ku di navbera rêveberiya Şamê û HSDê de hatibû kirin, ketin navenda bajarê Hesekê û gundê Şûyuk ê li navçeya Kobaniyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin