Hêzên leskerî yên rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin
01 îlon 2022 12:59
PeyamaKurd – Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ce`ifer Xizûm” temen 33 salî li ser sînorê “Nukan” a girêdayî bajarê Serdeştê birîndar kirin.
Li gor zanyariyan, roja Sêşemê hêzên leşkerî bêyî wî agahdar bikin, ji nêzîk ve ew kolberê Kurd dane ber guleya rasterast.
Herwiha ragihandin ku ew kolberê Kurd ji aliyê navteng û pişta xwe ve birîndar bûye û ji bo tedawiyên pizîşkî ew şandine navenda dermanî ya bajarê Serdeştê.
Hat zanîn, ew kolber xelkê gundê “Kanîzer” ya girêdayî bajarê Serdeştê ye û navbirî xîzandar û bavê zarokekê ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hêzên rejîma Îranê cenaze û birîndarên xwepêsanderan direvîne
18 mjd 2019
Rojhilata Navîn
Komîteyeke serbixwe bo kuştinkariya rejîma Îranê ava dibe
22 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin