Hêzên rejîma Îranê cenaze û birîndarên xwepêsanderan direvîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin, hêzên emnî yên Îranê birîndar û cenazeyên xwepêşanderên ku bi destê wan hatine kuştin û birîndarkirin direvîne daku sûcên xwe veşêre.
Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên bi hinceta bihakirina benzînê destpê kiribûn û li dijî rejîma Îranê ji 16ê Mijdarê ve berdewam dikin ketin roja xwe ya 4an.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo sûcên xwe veşêrin kesên birîndar bûne û cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane direvînin.
Hat diyarkirin ku zêdetirî hezar kes li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin û binçavkirin.
Herwiha ji bo ku agahiyên xwepêşandanan neyên belavkirin, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê hatine qutkirin.
Bi sedema xwepêşandan û protestoyan hemû dibistan û zanîngehên parêzgehên Kirmanşan, Merîwan, Ciwanro, Sine, Tahran, Elburz, Îsfahan, Şîraz û Xozistan hatine girtin.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê heta niha herî kêm 30 kesan di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê îro jî bênavber berdewam dikin:
Karaj, #Iran
— IRAN HRM (@IranHrm) November 18, 2019
IRGC Basij members opening fire on protesters.
The Islamic Revolutionary Guards Corps (IRGC) announced in a statement today that they would "deal decisively" with #IranProtests pic.twitter.com/YUdOmhZGju

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin