Hêzên Îranê 2 sivanên Kurd kustin

12 berfanbar 2022 17:31
Hêzên Îranê 2 sivanên Kurd kustin

PeyamaKurd Hat ragihandin ku 2 şivanên Kurd ku ji ber şewata hêzên Îranê reviyabûn, ji zinarekî ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyan, li Deşta Gor Tiswê ya sînorê Herêma Kurdistanê, 2 şivanên Kurd ên ku sewalên xwe diçêrînin, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin gulebarankirin.

2 şivanên ji şewatê reviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Hate hînbûn, her du kesên jiyana xwe ji dest dane birayên hev in û navê wan Serbaz Hemed Brayîm û Cameran Hemed Brayîm e û li gundê Bêplan ê girêdayî navçeya Sengeser dijiyan.

Rêveberê Qezaya Sengeser Nehro Ebdullah ragihandiye, her du bira dema ji ber agirê hêzên Îranê direviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, welatiyên li herêmê ji bo cenazeyan bigirin çûn cihê bûyerê.