Hêzên rejîma Îranê li Mahabadê Kurdekî bi gulebaranê kustin
PeyamaKurd - Li bajarê Mahabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di dema desteserkirinê de welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Têrman, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hate kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku welatî Ehmed Têrmanê 52 salî, li bajarê Mahabadê di dema desteserkirinê de rastî reşandina guleyan a hêzên rejîmê hatiye.
Hate ragihandin ku Ehmed Têrman di encama gulereşandinê de canê xwe ji dest daye. Nayê zanîn çima Ehmed Têrman hatiye gulebarankirin.
Hengawê da zanîn ku biryara girtinê ya Ehmed Têrman hebûye, polêsên rejîmê bi ser mala wî ya li Kuçeya Sîseyê ya Mahabadê de girtine û mala wî dane ber guleyan.
Piştre polêsên rejîmê, li nêzikî Hewza Soberiyê ya Behmenê gule li Ehmed Têrman reşandine û di encamê de ji ber gule li serê wî ketine Têrman, li wê derê canê xwe ji dest daye.
Hengawê da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên rejîmê, heta niha meytê Ehmed Têrman radestî malbata wî nekirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin