Hêzên Fransî fermandarekî payebilind ê El Qaîdeyê kustin

13 mijdar 2020 22:42
Hêzên Fransî fermandarekî payebilind ê El Qaîdeyê kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin, Hêza Berxan a Fransayê ya li Maliyê fermandarekî El-Qaîde yê di salên dawî de wekî berpirsê gelek êrîşên li herêmê dihat nîşandan, hatiye kuştin.

Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parley, bi daxuyaniyekê kuştina Ba Ax Mûsa ku fermandarê leşkerî yê koma Nesret El-Îslam û Mislimîn e û yek ji kadroyên şepêla cîhadî ya li herêma beravê ye piştrast kir.

Wezareta Berevaniya Fransayê diyar kiriye ku Ba Ax Mûsa berpirsê êrîşên dijî hêzên Malî, hêzên navnetewî û berpirsê amadekirina çekdarên nû bû.

Artêşa Fransayê di meha Hezîranê de jî bi operasyonekê li Maliyê serokê rêxistina El-Qaîde yê welatê Mexrib ê Islamî Ebdulmalik Drokdal kuştibû.